ENKS: biryarên PYD ziyanê dighênin pêşeroja Rojava

ti aliyekê nikare bi tena serê xwe bergiriyê li Rojavayê Kurdistanê bike

ENKS: biryarên PYD ziyanê dighênin pêşeroja Rojava
ENKS: biryarên PYD ziyanê dighênin pêşeroja Rojava

 

K24-Qamişlo

Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) bo yekê tohmetbar dike ku “biryarên wê li dijî paşeroja Rojava ne.”

ENKS di daxuyaniyekê de duh, 4ê Cotmehê, ragehand ku, diyar bûye “ku ti aliyekê nikare bi tena serê xwe bergiriyê li Rojavayê Kurdistanê bike û aramî û seqamgêriya wê biparêze.”

Di daxuyaniyê de hatiye jî ku, biryarên ku “rêveberiyê PYD” li Rojavayê Kurdistanê derbarê xwendin, perwerde û parastinê de ditsîne “ziyanê digehîne pêşeroja Rojavayê Kurdistanê.”

Di dawiya meha borî de, Tvegera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 16 partiyên siyasî li Qamişlo lihevcivandin, piştî bidawîhatina civînê, wan aliyan di daxuyaniyekê de siyaset û biryarên ENKS “li dijî berjewendiya Rojavayê Kurdistanê” binav kirin.

Derbarê Pêşmergeyên rojavayê kurdistanê de, ENKS tekez kir ku, dive vegerin Rojavayê Kurdistanê û beşdariyê di parastina navçeyên xwe de bikin.

ENKS li ser  opersyonê Rûsyayê li Sûriyê got ku, ew li gel her hevpeymaniyekê li dijî “terrorê” ne lê ew li dijî êrîşên li ser opozîsyona lîberal in bo piştgirya rejîma Sûriyê.