Tirkiyê radigehîne ku, firokeyeke Rûsî sînorê wê “derbas kiriye” û 2 firokeyên wan jî “rêgirî” lê kirine.
Tirkiyê: Firokeyên Rûsî esmana me binpê dikin
K24- Navenda Nûçeyan
Tirkiyê radigehîne ku, firokeyeke Rûsî sînorê wê “derbas kiriye” û 2 firokeyên wan jî “rêgirî” lê kirine.
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de îro. 5ê Cotmehê, dibêje ku “Demjimêr 12:08 ji roja 3ê Cotmehê, firokeyeke leşkerî ya Rûsî esmana Tirkiyê li navçeya Yayiladagh/Hetayê binpê kir.”
Li gor daxuyaniyê, piştî ku 2 firokeyên Tirkiyê ji cure F-16 rêgirî li firokeya Rûsî kiribûn, ji esmana Tirkiyê derket û vegeriya esmana Sûriyê.
Ji 30ê Îlonê ve, Rûsyayê êrîşên esmanî li dijî pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) destpê kirine.