Asayişa Girê Spî 44 girtiyên bi tuhmeta “alîkariya DAIŞê” serbest berdide

Asayişa Girê Spî, 44 girtiyên ku bi tuhmeta “alîkariya bi DAIŞê re” hatibûn girtin, serbest berda.

Asayişa Girê Spî 44 girtiyên bi tuhmeta “alîkariya DAIŞê” serbest berdide
Asayişa Girê Spî 44 girtiyên bi tuhmeta “alîkariya DAIŞê” serbest berdide

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Girê Spî, 44 girtiyên ku bi tuhmeta “alîkariya bi DAIŞê re” hatibûn girtin, serbest berda.

Asayişa Girê Spî bi hevkariya Encûmena Rîsipiyên wê bajarokê îro, 5 Cotmehê, 44 girtiyên ku bi tohmeta alîkariya DAIŞê hatibûn girtin, piştî bidawîhatina “lîkolînan” û “nebûna ti tawanekê li ser wan” ew serbest berdan.

Girê Spî di 15 Huzêrana borî de ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin, piştre YPGê hejmarek ji pêkhateyên Ereb bi tuhmeta “alîkariya bi DAIŞê re girtibûn”

Di 19 Îlonê de rêkeftinek li Edenê ya Tirkiyê di navbera Rêveberiya Xweser, pêkhateyên Ereb û Tirkmen yê Girê Spî de çê bûbû. Yek ji xalên sereke yên wê rêkeftinê ew bû “hemû girtiyên ku ti tawan nekirine, bilez bêne serbestkirin”

Li gor wê rêkeftinê jî, li Girê Spî di 22 Îlonê de 36 girtî ji zîndanên asayişê hatin serbestkirin.

Roja 13ê Îlonê jî, YPGê û Volkana Feratê bi hevkariya rîsipiyên gundê Sirînê, 45 girtiyên din ên ku bi heman tuhmetê hatibûn girtin, ji girtîgehên xwe serbest berdabûn.