Hewlêrê di Îlonê de 18 milyon bermîl petrol hinartiye

Hikûmeta Herêma Kurdustanê di yek mehê de bêhtir ji 18 milyon û 500 hezar bermîl petrol hinartiye derve, rêjeya rojane jî 600 hezarî derbas dike.

Hewlêrê di Îlonê de 18 milyon bermîl petrol hinartiye
Hewlêrê di Îlonê de 18 milyon bermîl petrol hinartiye

K24- Hewlêr

Hikûmeta Herêma Kurdustanê di yek mehê de bêhtir ji 18 milyon û 500 hezar bermîl petrol hinartiye derve, rêjeya rojane jî 600 hezarî derbas dike.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de îro, 5ê Cotmehê, qasê petrola ku di meha Îlonê de hatiye şandin eşkere kir.

Li gor daxuyaniyê, di Îlonê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê 18 milyon û 614 hezar û 798 bermîl betrol bi rêya bendera Ceyhan a Tirkî şandiye bazarên cîhanê.

Di hûrgiliyan de hatiye jî ku, ew qas bi awayê 13 milyon û 898 hezar û 548 bermîl petrol ji kêlgehên Herêma Kurdistanê û 4 milyon û 715 hezar û 794 bermîl petrol ji kêlgehên kompaniyaya Bakur hatiye hinartin.

Ev bû demek ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrolê bi awayekî serbixwe difroşe ji ber ku ji Sibata sala 2014an ve, Bexdayê pişka Hewlêrê ji budceya giştî ya Iraqê û mûçeyên fermanberan biriye.

Wezareta navborî jî di rapora xwe amaje bi bihayê ku ew rêjeya petrolê pê hatiye firotin, nekiriye.