Artêşa Sûriyê êrîşeke berfereh li Hema û Idlibê dest pê dike

Artêşa Sûriyê piştî êrîşên Rûsyayê, dest bi operasyoneke berfereh li dijî navçeyên opozîsyona li Hema û Idlibê dike.

Artêşa Sûriyê êrîşeke berfereh li Hema û Idlibê dest pê dike
Artêşa Sûriyê êrîşeke berfereh li Hema û Idlibê dest pê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê piştî êrîşên Rûsyayê, dest bi operasyoneke berfereh li dijî navçeyên opozîsyona li Hema û Idlibê dike.

Serokerkanê Artêşa Sûriyê, Elî Eyub îro, 8 Cotmehê, tekez kir ku Artêşa Sûriyê dest bi operesyoneke berferh bi alîkariya firokeyên Rûsî li bakurê Hemayê û Idlibê kir.

Çavkaniyeke leşkerî ji AFP re ragehandiye ku, armanca ji wê êrîşa Artêşa Sûriyê, cudakirina bakurê Hemayê ji başûrê parêzgeha Idlibê ye.

Parêzgeha Idlibê ji Îlona borî ve bi temamî ketiye bin kontrola hêzên opozîsyona Sûriyê.

Rûsyayê roja 30ê Îlonê dest bi êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê kiriye, şeva borî derûdora Hemayê bêtirî 23 êrîşan armanc kiriye. Li derûdora Idlibê jî 14 êrîş ji li gundên Xan Şîxon, mierêt el-Noman û Seraqibê encam dane.

Serokê Rûsyayê Valdimir Putin, dibêje ku, heta niha firokeyên wan “120” pêgehên DAIŞ li Sûriyê kirin armanc.

Amerîka jî diyar dike ku ji sedî 90 ê wan êrîşan ne li dijî pêgehên DAIŞê hatine kirin.

Tê zanîn ku ji lîwaya Ceyş el-Fetih ya ku Eniya el-Nusra û Tevgera Ehrar el-Şam û çend ketîbeyên îslamî yên din pêk tê, kontrola parêzgeha Idlibê dike, ku hewl didin berve parêzgeha Hemayê ve pêşde biçin, bo dorpêçkirin û êrîşkirina parêzgeha Laziqiyê bikin.

Operasyona ku niha Artêşa Sûriyê ya fermî destpêkiriye li Sehil el-Xab (Hema) û Çiyayê el-Zawiyê (Idlib) ye.