Kurdistan24
Nivîskar
Rêxistinek: Rûsya firqeya 13an a opozîsyona Sûriyê armanc dike
ku berî niha ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn perwedekirin
K24-navenda Nûçeyan
Rêxistineke mafnasî radgehîne ku firokeyên Rûsyayê pêgeha firqeya 13an a di bin destê opozîsyona Sûriyê de, bombebaran dike.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan duh, 9ê Cotmehê, di daxuyaniyekê de ragehand ku firokeyên Rûsyayê pêgeha firqeya 13an a di bin kontrola şervanên opozîsyona Sûriyê de, ku berî niha ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn perwedekirin, li gundê Xan Şêxûn ser bi parêzgeha Idlibê ve bombebaran dike.
Rewangekê tekez kir ku di encama wê êrîşê de çend şervanên opozîsyona Sûriyê birîndabûne û ziyaneke mezin gihandiye cihê bombebaranê.
Ji aliyê xwe ve firqeya 13an li ser rûpela xwe ya Facebookê ew nûçe piştraskir û tekezkir ku wan êrîşan pêgeha wan bi temamî wêrankirye û çend kes jî hatine kuştin bê ku hejmara wan kesên hatine kuştin eşkerebike.
Rûsyayê roja 30ê Îlonê dest bi êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê kiriye, lê welatên herêmî û rojava û Amerîka jî dibêjin ku ew êrîşê ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê ne li dijî opozîsyonê.
Lê Mosko tekez dike ku êrîşên wê yên esmanî tenê li dijî pêgehên DAIŞê ne û bi ti awayekî pêgehên opozîsyonê ne hatine armanc kirin.