Endamên YEyê derbarê rola Esed de nakok in

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo yekirina helwesta xwe derbarê rola serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di çareseriya krîza li wî welatî de li hev dicivin.

Endamên YEyê derbarê rola Esed de nakok in
Endamên YEyê derbarê rola Esed de nakok in

K24 – Naveda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo yekirina helwesta xwe derbarê rola serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di çareseriya krîza li wî welatî de li hev dicivin.

Li gor ajansa Ruetersê duh, 9 Cotmehê, berya civîna asayî ya wezîrên derve yên welatên YEyê li Luxembourg ya roja 12 Cotmehê bi rê ve diçe, dê kar ji bo ragehandina yek nêrînê derbarê Sûriyê de were kirin.

Dîplomasiyan gotine ku lihevkirinek di navbera welatên YEyê de heye ku Esed beşek ji hikûmeta veguhêz be, lê hîn li ser çawaniya dariştina destûrê lêkolîn tên kirin.   

Bi zêdebûna guvaşên hatina penaberan bi ser welatên YEyê, bo dîtina çareseriyeke siyasî û bidawîanîna şer li Sûriyê, Fransa daxwaza çûna Esed di demeke bilez de dike, lê Almanya dibêje ku divê Esed beşdariya hukûmeta veguhêz bike.

Heger welatên YEyê derbarê rola Esed di hikûmeta veguhêz de gehiştin lihevkirinê, hîn derbarê “dema veguhêz” de du nêrîn hene, ku nêrînek heye dibêje divê dema veguhêz diyar kirî be, nêrîna duyem jî dibêje ku ne ji stûbariya wan e wê demê diyar bikin.

Biryar e dîblomasiyên Ewropî îro 10 Cotmehê li hev bicivin bo dareştineke dawî ji beyanameya ku ji civîna wezîrên YEyê ya di 12 Cotmehê de re were hildin.