Kurdistan24
Nivîskar
Di teqînên Enqerê de bi dehan kuştî û birîndar hene
Hejmara qurbaniyên teqînên Enqerê 20 kuştiyan derbas dike, herî kêm jî 100 kes birîndar in û heta niha bikerên wan teqînan ne diyar e.
K24- Enqere
Hejmara qurbaniyên teqînên Enqerê gehêştiye 30 kuştiyan, herî kêm jî 100 kes birîndar in û heta niha bikerên wan teqînan ne diyar e.
Li Enqerê beriya destpêkirina Mitinga Aştî, Demokrasî û Kedê a ji aliyê saziyên civakî hatibû organîzekirin, 3 teqîn çêbûn.
Li gorî daxuyaniyeke wezareta navxwe ya Tirkiyê 30 hatine kuştin û 126 kes jî birîndar in.
Heta niha jî ne diyar e ku ew teqîn ji aliyê kê ve hatine kirin.
Hat ragihandin ku teqîn di saet 10:00'en de li pêşiya Garê, di korteja HDP, EMEP û SDGF de pêk hatiye.
Miting ji aliyê saziyên civakî ên wek KESK, DİSK, TMMOB û TTB hatibû organîzekirin.
Nûnerên Saziyan ji bo piştgiriyê bide mitînga wan serdana CHP û HDP'ê kiribû û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demirtaş jî gotibû ew ê hewl bide ku tevlî Mitîngê bibe.
Piştî teqînan, avahiya HDPê ya Stenbolê ku Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civînê de bû ji aliyê polîsan ve hate vala kirin.