Kurdistan24
Nivîskar
Demîrtaş: Kirdarê teqîna Enqerê diyar e
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser teqînên xwepêşandana aştiyê ya li Enqereyê got: "Ev komkujiyeke hovane û mezin e. Kirdarê wê jî diyar e."
K24- Enqere
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser teqînên xwepêşandana aştiyê ya li Enqereyê got: "Ev komkujiyeke hovane û mezin e. Kirdarê wê jî diyar e."
Hevserokê HDP'ê Selahadîn Demîrtaş, li ber avahiya bajarê ya Stenbolê, li ser teqînên îro, 10ê Cotmehê, ya Enqereyê daxuyanî da.
Beriya destpêkirina Mitinga Aştî, Demokrasî û Kedê a ji aliyê saziyên civakî hatibû organîzekirin, 3 teqîn çê bibûn.
Li gor amarên destpêkê yên wezareta navxweyî ya Tirkiyê, di teqînê de herî kêm 30 kes mirin, 126 kes jî birîndar bûn.
Demirtaş der heqê teqînê de bang li dewleta Tirkiyê kir: "Kesên ji bo mîtîngê ji rêberên çeteyan re destûrê didin, ji aştîxwazan re destûrê nadin ku bi sax û selametî mîtîngan bikin. Hikûmet ji ewlehiya welat berpirsiyar e. Ewqas agahiyên xurt di destê te de hene ma mimkun e haya te ji vê teqînê nebe. Dewletê li navenda Enqereyê komkujiyeke mezin pêk aniye. Faîlê vê teqînê diyar e."
Demîrtaş ragihand: "berî ambûlansan, polîs hatine cihê bûyerê û li ser gel gaza îsotê reşandine."
Hevserokê HDPê got jî: "Ewqas li erdê birîndar û mirî hene lê polîs bi dar û gazê mudaxele li welatiyan dikin. Ji bajarên cuda gelek kes ji bo aştiyê li Enqereyê hatibûn cem hev lê ew perçe perçe kirin, em bi yên ku ev komkûjiyê kirine re nabin bira."
Pêşniyara zêdebûna hejmara qurbaniyên tê kirin, ji ber ku birîna gelekan ji wan giran e, li gor dezgehên medyayî jî, hejmara kuştiyan 50 kes derbas kiriye.