Kurdistan24
Nivîskar
Di teqînên Enqerê de 95 kes hatine kuştin
Davutoglu rexneyên tund li Demîrtaş digre.
K24- Navenda Nûçeyan
Navenda Kordînasyonê ya Serokwezîriya Tirkiyê ragehand ku, di teqînên Enqerê de 95 kes hatine kuştin, Davutoglu jî dibêje ew dê ligel CHP û MHP bicive.
Beriya destpêkirina Mitinga Aştî, Demokrasî û Kedê a ku duh, 10ê Cotmehê, ji aliyê saziyên civakî ve li Enqerê hatibû organîzekirin, 2 teqîn çê bibûn.
Navenda Kordînasyonê ya Serokwezîriya Tirkiyê derbarê amara dawî ya kuştî û birîndaran de got ku, di bûyerê de 95 kesî heta niha canê xwe ji dest daye, ji wan 52 hatine naskirin.
Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmed Davutoglu, ragehand ku “ew piştrastin ku teqîn bi rêya 2 xwekujan” hatiye kirin, lê aliyê li piştî encamdana her du teqînan heta niha ne diyar e.
Amara dawî ya birîndaran jî amaje bi wê yekê dike ku, bi giştî 246 kes niha li nexweşxaneyan tên dermankirin, ji wan 48 kes birînîn wan giranin û di beşa çavêdriya hûr de tên dermankirin.
Davutoglu ragehand jî ku, ji bo wergirtina helwestekê “li dijî terorê” ew dê ligel Partiya Gel a Komarî (CHP) û Pariyata Tevgera Netewperest (MHP) bicive, rexneyên giran jî li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girt û got ku “şaş hizir dike.”
Hevserokê HDP, Selahedîn Demîrtaş piştî bûyerê gotibû: "Ev komkujiyeke hovane û mezin e. Kirdarê wê jî diyar e."