Kurdistan24
Nivîskar
KCKê: Pêwendiya me bi xwepêşandanên Başûr re nîne
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigehîne ku bi ti awayekî pêwendiyên wan bi xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê re nîne. Dibêje jî ku “nabe baregehên PDK bên şewitandin.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigehîne ku bi ti awayekî pêwendiyên wan bi xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê re nîne. Dibêje jî ku “nabe baregehên PDK bên şewitandin.”
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê KCKê Demhat Egîd duh, 10 Cotmehê, ji K24ê re ragehand ku “şer û lihevketina di navbera xwepêşander û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê rû dane ji sedema krîza siyasî û aborî ye.”
Demhat Egîd ew gotegotên ku dibêjin PKK beşdarî xwepêşandan bûye red kir û tekez kir ku “ti roleke PKKê di bûyerên li Qeladizê û Kalarê de tune ye.” Herwiha bang li xwepêşanderan kir ku ji tundûtûjiyê dûr bikevin.
Di dema êrîşa xwepêşanderan li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kelarê û şewtandina avahiya wê, xwepêşanderan siloganên ”bijî Apo” digotin.
Di xwepêşandanên ku ji sedeme ”krîza aborî û krîza serokatiyê” li sînorê parêzgeha Silêmanî û Germiyanê derketine, xwepêşanderan jî êrîş kirine ser baregehên PDK.
Li gor dezgehên medyayî, heta niha di xwepêşandanan de 5 kes hatine kuştin û bi dehan jî kes jî birîndar bûne, lê ti aliyekî fermî amarên di wê derbarê de belav nekirine.
Ji aliyê xwe ve, Polîtburoya PDK derbarê aloziyên li parêzgeha Silêmaniyê de diqewim in, Tevgera Goran û rêxerê wê yê giştî Newşîrwan Mistefa bi berpirsê yekem ê tevliheviyê û derxistina aloziyê tuhmetbar kir.
Di van xwepêşandan û aloziyan de 9 baregehên PDKê hatine kevirbaran kirin, 4 navend jî ji wan hatine şewitandin.