Herêma Kurdistanê teqînên Enqerê şermezar dike

sersaxî jî li gelê Tirkiyê kir

  Herêma Kurdistanê teqînên Enqerê şermezar dike
Herêma Kurdistanê teqînên Enqerê şermezar dike

 

K24-Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî teqênên ku li Enqerayê çêbûne bi tûndî şermezar kir, sersaxî jî li gelê Tirkiyê kir.

Beriya destpêkirina Mitinga Aştî, Demokrasî û Kedê a ku duh, 10ê Cotmehê, ji aliyê saziyên civakî ve li Enqerê hatibû organîzekirin, 2 teqîn çê bibûn, di encam de 95 kes hatiye kuştin û 246 jî birîndar in..

Mesûd Barzanî di peyamekê de duh, 10ê Cotmehê,  sersaxî û xemgîniya xwe arasteyî gelê Tirkiyê û malbatên qurbaniyan kir û hêviya sax û silametiyê bo birînaran xwest.

Barazanî  da zanîn ku “ew teqîna tirsonak li dijî mirovatiyê ye û di demekê de tê ku Tirkiyê û welatên derdorê di qonaxeke hestiyar de derbas dibe.”  Herwiha diyarkir ku armanca “terorîstan ewe nakokiyan di navbera  pêkhatiyên Tirkiyê de kûr û zêde bike û pêkvejiyana wan jî têk bide.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku pêwîstiya rûibrûbûna terorê bi hevkarî û hevahengiyê heye û diyar kir ku terror metirsiye li ser hemû netewan û mirovane.

Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Herêma Kudistanê jî di daxuyaniyekê de duh,10ê Cotmehê teqîn şermazarkiri û xemgîniya xwe arasteyî Hikûmet û gelê Tirkiyê herwiha seraxî bo malbatên qurbaniyan.

Di daxuyaniyê de hatibû ku ew teqînên ku li Tirkiyê rûdane dide nîşandan ku pêwîste civata Nîvdewletî û welatên navçeyê pêwendî û hevahingiya xwe bi awayeke baştir bikin.

Li gor hikûmeta Tirkiyê, teqîn bi rêya “2 xwekujan” hatine encamdan.

Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya encamdana wan teqînan negirtiye stûyê xwe, ji ber kûrbûna birînên hin kesan jî, dibe ku hejmara kuştiyan 95an derbas bike.