Siyamend Brim
Reporter
Li Efrînê hilbijartinên şaredariyan birêve diçin
Li herêma Efrînê welatî berê xwe didin navendên dengdanê ji bo hilbijartina endamên 31 “Şaredariyên Gel.”
K24 - Efrîn
Li herêma Efrînê welatî berê xwe didin navendên dengdanê ji bo hilbijartina endamên 31 “Şaredariyên Gel.”
Li gorî Seroka Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Kanotna Efrînê, Nisrîn Obêd, li tevahiya herêma Efrînê 98 navendên dengdanê hatine vekirin, dema dengdayînê jî ji saat 08.00’an de destpê kir û wê hata saat 17.00’an bidome.
Roja 10ê Îlona borî jî, hilbijartinên hevserokatiya şaredariyan birêve çûbûn.
Di hilbijartinên hevserokatiyên şaredariyan de berbijêrên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd (Wihdê) beşdar bûbûn, lê ji ber encamên wê hilbijarinê ku ti endamekî Partiya Wihdê biser neket, partiya navborî daxuyaniyek belav kir û got ku gelek binpêkirin di dema dengdanê de ji aliyê TEV-DEMê ve hatibûn kirin.
Di hilbijartinên îro de tenê berbijêrên TEV-DEMê beşdar in, dê ji 454 berbijêr, 376 kes ji bo endamtiya 31 meclîsên şaredariyên Kantonê bêne hilbijatin.
Kanotona Efrînê roja 29ê Çileya 2014an ji aliyê TEV-DEMê û çend hevalbenên wê ve hatiye ragehandin, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî heta niha tevlî kantonan nebûye.