Kurdistan24
Nivîskar
Asayîşa Girê Spî 28 girtiyan serbest berdide
bi tohmetên “alîkariya DAIŞ” hatibûne girtin
K24-Navenda Nûçeyan
Asyişa Girê Spî 28 girtiyan ku berî niha di demên cuda de bi tohmetên “alîkariya DAIŞ” hatibûne girtin, serbest berdan.
Îro,11ê Cotmehê, piştî bidawîbûna lêkolîn û lêpirsînan, aşayişa Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê 28 girtiyan ku berî niha di demên cuda de hatibûne girtin ji girtîgehên xwe serbest berdan û radestî Encûmena Rîsipiyên Girê Spî û TEV-DEMê kirin.
Ji nav wan girtiyên ku serbest hatine berdan 13 di girtîgeha bajarê Kobanê de bûn û 15e jî di girtîgeha bajarê Girê Spî de hatibûn bicihkirin.
Ew girtî bi tohmeta alîkariya DAIŞê piştî rizgarkirina Girê Spî, htaibûn girtin.
Di 19 Îlonê de rêkeftinek li Edenê ya Tirkiyê di navbera Rêveberiya Xweser, pêkhateyên Ereb û Tirkmen yê Girê Spî de çê bûbû. Yek ji xalên sereke yên wê rêkeftinê ew bû “hemû girtiyên ku ti tawan nekirine, bilez bêne serbestkirin”
Li gor wê rêkeftinê jî, li Girê Spî di 22 Îlonê de 36 girtî ji zîndanên asayişê hatin serbestkirin.
Herwiha di 13ê Îlona borî de jî, YPGê û Volkana Feratê bi hevkariya rîsipiyên gundê Sirînê, 45 girtiyên din ên ku bi heman tuhmetê hatibûn girtin, ji girtîgehên xwe serbest berdabûn.