Artêşa Iraqê Bexdadî “armanc dike” û çarenivîsa wî nediyar e

firokeyên şer ên Artêşa Iraqê li parêzgeha Enbarê karwana otombîlên “Xelîfeya DAIŞê” Ebû Bekir Bexdadî kirine amanc.

Artêşa Iraqê Bexdadî “armanc dike” û çarenivîsa wî nediyar e
Artêşa Iraqê Bexdadî “armanc dike” û çarenivîsa wî nediyar e

K24 – Navenda Nûçeyan

firokeyên şer ên Artêşa Iraqê li parêzgeha Enbarê karwana otombîlên “Xelîfeya DAIŞê” Ebû Bekir Bexdadî kirine armanc.

“Şaneya Bazên Îstîxbaratê” ya ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve ragehand ku duh, 11 Cotmehê, firokeyên şer ên Iraqê, bi hevkariya serokatiya “Operesyonên hevbeş” karwana Bexdadî li herêma Keribla ya girêdayî parêzgeha Enbarê, bombebaran kirin.

Daxuyaniyê da zanîn ku firokeyan karwana Bexdadî li herêma Keriblayê gava Bexdadî diçû civîneke serkirdeyên wê rêxistinê de, armanc kirin. herwiha cihê civînê jî hat bombebarankirin û hejmarek ji serkirdeyên DAIŞê jî hatin kuştin.

Derbarê rewşa Baxdadî de ti zanyariyeke zelal tune ye, hat gotin jî ku dibe berve cihekî nediyar ve hatibe veguhestin.

Çend çekdarên radîkal ên DAIŞê li der torên civakî nivîsandine ku, “Dewleta xilafetê” bi mirina Bexdadî jinav naçe.

Tê zanîn ku di Adara borî de, ku Bexdadî ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve hate armanckirin, ku bi giranî birîndar bûbû.