Kurdistan24
Nivîskar
ENKS: Hin alî xwepêşanderan li dijî PDK germ dikin
pêwîste daxwazên xelkê werin cîbcîkirin
K24- Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê kir ku bi awayeke berpisyararetî danûstanê li gel rewşê bikin, dibêje jî “hin aliyên siyasî” xwepşandanan li dijî PDK germ dike.
Di daxuyaniyekê de Encûmena Nûştimaniya Kurdî li Sûriyê ENKS duh,11ê Cotmehê, ragehand ku pêwîste daxwazên xelkê werin cîbcîkirin her wiha daxwaz ji aliyên siyasî kir ku bi awayeke bilez kirîza serokatiyê were çareserkirin ew jî bi “dirêjkirina wîlayeta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.”
Di van rojên dawiyê de li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û Germiyan xwepêşandan dest pêkirine û tundî û alozî di nav xwepêşanderan de derketiye.
Xwepêşanderên sînorê Silêmanî û Germiyanê de, êrîşê li ser baregehên PDK hatiye kirine, di encam de ziyan gehiştine 9 baregehan û 5 baregehên din jî hatine şewitandin.
Herwiha ENKS diyarkir ku hin aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê hene wan xwepêşanderan li dijî PDK germdikin. Bêyî ku amaje bi navê wan aliyan bike.