Birîtanya: Em nahêlin Esed bimîne

Wezîrê derve yê Birîtanyayê ragehand ku welatê wî nahêle Beşar Esed di serokatiya Sûriyê de bimîne.

Birîtanya: Em nahêlin Esed bimîne
Birîtanya: Em nahêlin Esed bimîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Birîtanyayê ragehand ku welatê wî nahêle Beşar Esed di serokatiya Sûriyê de bimîne.

Wezîrê derve yê Birîtaniyayê Philip Hammond îro 12 Cotmehê berî civîna wezîrên derve yê Yekîtiya Ewripayê ya Luxembourg, ragehand ku welatê wî nahêle Beşar Esed di serokatiya Sûriyê de bimîne.

Civîna asayî ya wezîrên derve yên welatên YEyê îro 12 Cotmehê, li Luxembourg bi rê ve diçe, ji bo yekirina helwesta xwe derbarê rola serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di çareseriya krîza li wî welatî de.

Hammond got jî “Em nikarin demeke dirêj bo çareseriya krîza Sûriyê kar bi Esed re bikin, lê derbarê dem û awayê çûna wî em dikarin nerm bin.”

Heger welatên YEyê derbarê rola Esed di hikûmeta veguhêz de gehiştin lihevkirinê, hîn derbarê “dema veguhêz” de du nêrîn hene, ku nêrînek heye dibêje divê dema veguhêz diyar kirî be, nêrîna duyem jî dibêje ku ne ji stûbariya wan e wê demê diyar bikin.

Tê zanîn ku dîblomasiyên Ewropî roj 9 Cotmehê li hev civiyabûn bo dareştineke dawî ji beyanameya ku ji civîna wezîrên YEyê ya di 12 Cotmehê de re were hildin.