Li Tirkiyê 200 penaberên Sûrî di kemyonekê de hatin girtin

Li qezaya Buca ya bajarê Izmîrê 200 penaberên Sûrî hatin girtin ku di sindoqa kamyonekê de bûn û şofêr ew li parkekê bicîh hiştibûn.

Li Tirkiyê 200 penaberên Sûrî di kemyonekê de hatin girtin
Li Tirkiyê 200 penaberên Sûrî di kemyonekê de hatin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li qezaya Buca ya bajarê Izmîrê 200 penaberên Sûrî hatin girtin ku di sindoqa kamyonekê de bûn û şofêr ew li parkekê bicîh hiştibûn.

Li qezaya Buca ya Izmîrê, şeva borî 12 Cotmehê, polîsên Tirkiyê 200 penaberên Sûrî ku di qaseya kemyonekê de bûn, hatin rizgarkirin.

li ber Deriyê Otokenta Bucayê, dema deng ji nava sindoqa kamyonekê dihat, welatiyan jî polîsan agahdar dikin. Li ser vê agahiyê polîs hatin cihê bûyerê û ji kamyonê 200 penaberên Sûrî derxistin ku jin û zarok jî di nav de hebûn.

Hat zanîn ku şofêr ew li şûna xwe hêştibûn û reviya bû. Penaber jî bo Rêveberiya Beşa Biyaniyan a Izmîrê hatin veguhestin.

Çûna penaberên Sûrî ji Tirkiyê ber bi bajarên Ewropayê ve ligel hemû metirsiyan berdewam e. Herwiha di dawiya Tebaxa borî de li Nimsayê jî di otombîleke girtî de 72 penaber xeniqî hatibû dîtin.