ENKS daxwaz ji aliyê Kurdistanî dike ku “kiryarên PYD” rawestînin

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kiryarên asayişa Rojavayê Kurdistanê şermezar dike, daxwaz ji aliyên Kurdistanî dike ku “rêgiriyê li wan kiryaran bikin.”

ENKS daxwaz ji aliyê Kurdistanî dike ku “kiryarên PYD” rawestînin
ENKS daxwaz ji aliyê Kurdistanî dike ku “kiryarên PYD” rawestînin

K24 – navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kiryarên asayişa Rojavayê Kurdistanê şermezar dike, daxwaz ji aliyên Kurdistanî dike ku “rêgiriyê li wan kiryaran bikin.”

Emîndariya Giştî ya ENKSê duh, 14 Cotmehê, daxuyaniyek belav kir û got , êdî gel li Rojavayê Kurdistanê ji proje û siyasetên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bêzar bûye û wan red dike. lê hîn PYDê rijd e li siyaset û kiryarên xwe.

ENKS dide xuyakirin ku, PYD siyasetên “birçîkirin, leşkeriya neçarî, girtin û sepandina bacan, desteserkirina mal û milkên xelkê û sepandina rêbazên xwendinê û tengkirina hemû warên jiyanê” li Rojavayê Kurdistanê birêve dibe.

Roja 13ê Cotmehê, rêbendeke asayişê li nêzîk Qamişlo gule arasteyî xortekî kiribûn, di encam de xortê bi navê Mihemed Hesen birîndar bibû.

Herwiha pêr Sêşemê, asayişa Amûdê jî gule berdabûn otombîlekê û di encam de 4 welatî birîndar bibûn, yek ji wan Hisên Caxir (70) salî bû, ku ji ber giraniya birînên xwe duh 14ê mehê canê xwe ji dest dabû.

Di daxuyaniya xwe de ENKS dibêje ku ew her du bûyer  dawîtirîn bûyerên tundiya kiryarên asayişê  ne.

herî dawî jî Emîndariya Giştî ya ENKESê daxwaz ji hêzên Kurdistanî û Civaka Navdewletî kir, ku bilez bilivin bo parastina milet û rawestandina siyasetên PYDê. Herwiha PYDê jî ji ber berzkirina rewşê agadar kir.