Kurdistan24
Nivîskar
Jineke ji Kurdên Êzdî serpêhatiya xwe dibêje
Jineke Kurd a Êzdî ku niha li kampa penaberan a li Dihokê ye, piştî rizgarbûna wê ji destê DAIŞê, çêroka serpêhatiya xwe ragehand û got, ku çekdarên DAIŞê bi darê zorê madeya hişber didane wê.
K24 – Dihok
Jineke Kurd a Êzdî ku niha li kampa penaberan a li Dihokê ye, piştî rizgarbûna wê ji destê DAIŞê, çêroka serpêhatiya xwe ragehand û got, ku çekdarên DAIŞê bi darê zorê madeya hişbir didane wê.
Sara ji gundê Koço ya devera Şingalê ye û dayika du zarokan e, di sala borî de ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, karîbû xwe ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bike. Çêroka xwe ji K24ê re dibêje.
Sara dibêje ku, bi berdewamî çekdarên DAIŞê destdirêjî lê dikirin, ku jê re digotin heger ew nehêle jî, ewên zarokên wê winda bikin.
Sara got jî, DAIŞê keç li holeke mezin kom dikirin, “emir”ê wan jî bi heza xwe 4 keç dibirin û destdirêjî li wan re dikir.
Sara domand ku, wan çekdaran xirabtirîn madeyên hişbir vedixwarin, di heman demê de jî, lê li ser xelkê ji bo cikarekêşanê sezaya tund disepan.
Sara ku dayika kurekî du salî û keçeke sê salî ye, ji destpêka revandina wê ve, 7 mehan li cem “waliyê Mûsilê” bûye. Li dirêjehiya wê demê jî bo 3 kesan hatiye firotin, ku bi berdewamî jî madeyên hişber didanê bo çekdar destdirêjiyê lê bikin.
Piştî 11 mehan di bin destê DAIŞê de, dema “waliyê Mûsilê” ji bo civîneke girîng derketibû, sara karî di meha Tîrmeha borî de bireve û xwe bigehîne kampa Dihokê.
Sara wek keleheke dîrokî wêran bûye, ti hestek pê re nemaye, tenê dixwaze bav û hevjînê xwe bibîne, lê hîn ew jî ne diyar in.
Tevî ku nêzîkî nîv milyon Kurdên Êzdî bi hevkariya Pêşmergeyan û firokeyên hevpeymaniya navdewletî li devera Şingalê karîn rizgar bikin, lê hîn bi sedan xelkê wan jî winda ne.