Kurdistan24
Nivîskar
Amerîka: Li ser alîkariya PYD berdewam in
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby, ragehand ku dê li ser hevkarîkirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berdewam be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby, ragehand ku dê li ser hevkarîkirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berdewam be.
John Kirby, li Washingtonê di civîneke çapemeniyê de derbarê vê mijarê de duh 14 Cotmehê, di konfiranseke rojnamevanî de, da zanîn ku derbarê YPGê de hevdîtinên wan ên ligel Tirkiyê berdewam in.
kirby got: “Em nîgeraniya Tirkiyê ya di vî warî de fam dikin, lê Amerîka û nêzîka 60 welatên endamê hevpeymaniyê, divê jibîr nekin ku şerê dijî DAIŞê gelekî girîng e. Lewra emê li ser alîkarîkirina wan hêzên ku li Sûriyê dijî DAIŞê şer dikin berdewam bin.
Derheqa wan çekan de jî ku du-sê roj berê Amerîkayê bi rêya esmanî avêtibûn ji hêzên opozîsyonê re, Kirby got ku tiştê ew dizane ji grûbên Ereb re hatine avêtin û ew dikarin vê pirsê ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bikin.