Berdevkê YPG: Nabe Salih Mislim derbarê pirsên leşkerî de baxive

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigehîne ku karê PYD tenê siyaset e û navê rayedarên wê derbarê kar û planên leşkerî de daxuyaniyan bidin.

Berdevkê YPG: Nabe Salih Mislim derbarê pirsên leşkerî de baxive
Berdevkê YPG: Nabe Salih Mislim derbarê pirsên leşkerî de baxive

K24 – Naveda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigehîne ku karê PYD tenê siyaset e û navê rayedarên wê derbarê kar û planên leşkerî de daxuyaniyan bidin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ji medyayê re tekez kiribû ku, ew çekên ku Amerîkayê ji opozîsyona Ereb re şandine gehiştine dest YPG û gotibû jî ku, di YPG ligel hevpeymaniya navdeweltî di gotûbêjan de ye ji bo azadkirina Reqayê.

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl li ser malpera xwe ya Facebook ê ew daxuyaniya Mislim bi “Destêwerdan di karên leşkerî de” binav kir.

Xelîl nivîsiye ku ”Salih Mislim tenê hevserokê partiyeke siyasî ye û nabe li ser plan û bernameyên YPG daxuyaniyan bide, nêrînên wî jî ji me re ne girîng in.”

Xelîl amaje bi wê yekê kir, ku Amerîka dizane û ragehand jî ku ji kê re ew çek şandine.

Amerîkayê roja 11-12 vê mehê, bi rêya firokeyên taybet barek çek û teqmenî ji şervanên Kurd û Ereb li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re avêtibûn.

Berdevkê Wezareta Bergîrî ya Amerîkayê Peter Cook roja 15 vê mehê ragehandibû, ku beşek ji wan çekên ji Kurdan re hatine avêtin, lê wezareta navborî ew yek red kiriye.

YPGê wek baskê leşkerî yê PYDê tê naskirin, lê rayadarên her du aliyan tekez dikin ku ew hêz serbixwe ye.