YE cezayên aborî ji ser Îranê radike

Jêderine dîplomasî dan zanîn ku Yekîtiya Ewripayê (YE) dê sibe bi fermî cezayên aborî yên li ser Îranê hatine sepandin, bidawî bînin.

YE cezayên aborî ji ser Îranê radike
YE cezayên aborî ji ser Îranê radike

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderine dîplomasî dan zanîn ku Yekîtiya Ewripayê (YE) dê sibe bi fermî cezayên aborî yên li ser Îranê hatine sepandin, bidawî bînin.

Ajansa AFP li ser zarê dîplomasiyên Ewripî ragehandiye ku, piştî Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA), dilsoziya Îranê bi pabendiya wê bi rêkeftina atomî piştrast bike, dê dest bi rakirina cezayên aborî û darayî ji ser Îranê bikin.

Li gorî çavkaniyekê jî ku “YEyê dê di çarçoeyeke yasayî de hemû cezayên darayî û aborî yên girêdayî bernama atomî ya Îranê pesend bike, lê ew biryar cibicî nabe heta IAEA lempa kesk pênexe.”

Wê çavkaniyê got jî ku ew pêşbîniyê dike ku bi dawiya îsal re rakirina cezayan werin cibicîkirin. Lê divê Îran ji IAEA re xuya bike ku kargeha Arak û kargehên din ne ji bo karên leşkerî tên bikaranîn.

Ji aliyekî din ve, ajansa fermî yê Îranê ÎRNA ragehand ku Wezîra Derve ya YEyê Federica Mogherini û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, dê sibe 18 Cotmehê daxuyaniyekê di vê derbarê de belav bikin.

Biryar e jî ku Amerîka jî di vê derbarê de daxuyanikê derbixîne.

Rêketina atomî ya Îranê, di 21 Tîrmeha borî de li Veinnayê ligel gropa 5+1 de hatibû îmzekirin.

Ji ber bernama Îranê ya atomî, cezayên darayî û aborî ji aliyê Ençûmena Asayişa Navdewletî, YEyê û Amerîka ve li ser wî welatî hatibû danîn. Li gor pisporên aborî ku van cezayan bêhtirî ji 120 milyar dolar ziyan gehandiye Îranê.