3 Qeyikên penaberên binav dibin û 17 kes dixeniqin

Li Bodrum û Çanakkaleyê qeyika penaberan binav bûn ku dixwestin di ser Tirkiyê re derbasî gravên Yunanîstanê bibin û di encam de 17 kes xeniqîn.

3 Qeyikên penaberên binav dibin û 17 kes dixeniqin
3 Qeyikên penaberên binav dibin û 17 kes dixeniqin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bodrum û Çanakkaleyê qeyika penaberan binav bûn ku dixwestin di ser Tirkiyê re derbasî gravên Yunanîstanê bibin û di encam de 17 kes xeniqîn.

Li qezaya Ayvacik a Çanakkaleyê Şevê borî 16 Ctmehê dema penaberan dixwest derbasî grava Mîdîllî ya Yunanîstanê bibin qeyika wan binav bû û 12 kes xeniqîn û 25 penaber ji aliyê hêzên perava deryayê ve hatin rizgarkirin. Hat ragehandin ku piraniya wan xelkê Sûriyê bûn.

di heman şevê de, li bajarê Bodrumê jî qeyikek niqum bû ku 14 penaberên Pakîstanî tê de bûn, 13 ji wan hatin rizgarkirin û yekî jî canê xwe ji dest da.

Li gor malpera (protothema.gr) ya Yunanî li nava deryaya Yunanîstanê qeyikeke din a penaberan binav bû û 4 kesan jê 3 zarok bûn, canên xwe ji dest dan.

Demek dibe bi taybet çûna penaberên Sûrî ber bi welatên Ewropayê ve zêde bûye û sedê caran qeyikên wan binav bûne û bi sedan kesan jî canên xwe ji dest dane.