Li Misrê hilbijartinên giştî birêve diçin

Dengderên Misrî berê xwe didin navendên dengdanê, bo hilbijartina 540 parlementerî.

Li Misrê hilbijartinên giştî birêve diçin
Li Misrê hilbijartinên giştî birêve diçin

K24- Navenda Nûçeyan

Dengderên Misrî berê xwe didin navendên dengdanê, bo hilbijartina 540 parlementerî.

Serê sibeha îro, 18ê Cotmehê, qonaxa yekem a hilbijartinên giştî yên Misrê li nava welêt destpê kir.

Di van hilbijartinan de 27 milyon dengder li 19 hezar binkeyan dengê xwe bidin.

Qonaxa yekem jî heta sibe berdewam dike, qonaxa duyem jî rojên 22-23yê Mijdarê birêve diçe.

Ev yekemîn hilbijartin e ku di serdema serokatiya Ebdulfetah el-Sîsî de birêve diçe, piştî ku di Tebaxa 2013an de Mihemed Mursî û “Ixwan Mislimîn” ji desthilatê dûrxistibûn.

Ji ber biryara danasîna rêxistina “Ixwan Misilmîn” wek rêxistine “terrorist“ ji aliyê hikûmeta Misrê ve, beşdariya di hilbijartinan de li ser wan hatiye qedexe kirin.

Di van hilbijartinan de wê dengder 420 berbijêrî bi nav û 120 berbirjêrên “lîsteyên girtî” hilbijêrin.

Qonaxa yekem a hilbijartinan li derveyî welêt jî duh Şemiyê birêve çûbû.