Koça dawî ya Şêwekarê Kurd û Cîhanî Malva

Şêwekarê Kurd yê cîhanî Omer Hemdî (Malva) li Nemsayê çû ser dilovaniya xwedê.

Koça dawî ya Şêwekarê Kurd û Cîhanî Malva
Koça dawî ya Şêwekarê Kurd û Cîhanî Malva

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwekarê Kurd yê cîhanî Omer Hemdî (Malva) li Nemsayê çû ser dilovaniya xwedê.

Şêwekarê Kurd yê her navdar Malva şeva borî 17 Cotmehê, piştî nexweşiyeke dirêj li Nemsayê çû ser dilovaniya xwedê.

Malva li gundê Til Nayif ya bi ser Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ve di sala 1951an de ji dayik bû. Ji zarokatiya xwe de dest bi hunerê kir, pişt re jî hunera şêwekariyê xwend, pişt re jî bi kar û tabloyên xwe wek girîngtirîn şêwekarên cîhanî dihat naskirin.

Malva di sala 1970î de li Sûriyê bû mamostê hunerê, ji 1971 heya 1978 wek wênesaz û grafîkerekî di rojname û Rêveberiya Pirtûkên Dibistanan de. Malva ji 1978 berê xwe da welatê Nimsayê, heya dawiya xwe jî li wir ma. 

Malva bi huner û tabloyên xwe wek şêwekarekî cîhanî tê naskirin, ku bi dehan pêşangehên şêwekariyê li gelek welatên Keneda, Sûriyê, Nimsa, Fransa, Almanya, Spania, Îtaya, Hingarya, Amerîka. Gelek xelatên girîng li ser kar û tabloyên xwe wergirtibûn.

Malva ji bilî wênasazî û şêwekariyê, hejmarek ji pirtûk wî di warê rexnegiriya hunerî de hene, herwiha hejmarek ji karên wî yên şêwekariyê  jî hatine çapkirin, tevî hin hewlên wî di helbestê de jî.

Malva endamê Yekîtiya Giştî ya hunermendê Nimsawî û UNISCO ye, endamê Konstiler House li Veinna, serokê komîta dadweriya Hunerî di Galerî Art Formê ya Hunera Navdewletî li Veinnayê ye.

Kar û tabloyên Malva li gelek Pêşangeh, Hol, Mûzexane, Bank, Wezaretên Çandî yên gelek welatên Ewripa, Amerîka û Asyayê hene.