Kurdistan24
Nivîskar
Barzanî ligel wezîrên derve yê Îran û Almanyayê dicive
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, ligel wezîrên derve yê Îran û Almanyayê civiya.
K24- Hewlêr
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, ligel wezîrên derve yê Îran û Almanyayê civiya.
Nêçîrvan Barzanî roja Îna borî berê xwe ji bo beşdarîkirin di konferensa grûpa kar a “Kongreya Munich a Aştiyê” de gehiştibû Tehranê.
Di çarçoveya konferansê navborî de, Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf, civiya bû.
Herwiha Barzanî bi awayekî cuda ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê, Frank-Walter Steinmeier, re jî civiya bû.
Di her du hevdîtinan de rewşa dawî ya eniyên şerê li dijî “terorê”, rewşa nanvçey û Iraqê herwiha peywendiyên Hewlêrê ligel Tehran û Berlînê hatine gotûbêjkirin.
Ji aliyê xwe ve, Steinmeier rola Pêşmerge di şerê li dijî “terorê” de bilind nirxand û tekez kir ku, dê Almanya li ser piştgirîkirina û alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam be.
Navborî bal kişande ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û got ku, baştirîn rê çareserkirina krîzan bi rêyên aştiyen û danûstanê ye.
Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf jî tekez kir ku, welatê wî dê li ser piştgirî û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.