Kurdistan24
Nivîskar
Tirkiyê biryar da pereyê derman ji penaberan neyê standin
2 milyon û 500 hezar penaberên Sûriyeyî ku li Tirkiyê dijîn
K24-Navenda Nûçeyan
Serok wezîrê Tirkiyê radgehêne ku êdî penaberên ku li Tirkiyê dimînin dikarin dermanê xwe bê pere bistînin.
2 milyon û 500 hezar penaberên Sûriyeyî ku li Tirkiyê dijîn, peydekirina dermanan ji bo wan kêşeyeke mezin e.
Di daxuyaniyekê de Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutgolu duh, 17ê Cotmehê biryar da ku Penaberan heta niha bi tenê li 8 bajarên Tirkiyê, bê pere derman distandin, êdî li 81 bajarên din jî, wê neyê standin.
Lê belê, ji bo dayîna dermên bê pere, heta niha ti peyman û nivîsek nehatiye mohrkirin. Dermanfiroş, jî ji Serokweziriyê re nivîsek şand da ku pereyên dermanan bên dayîn.
Dermanfroşek dibeje: Mixabin hê deynê berê heye û hêj nedane, ew ê kîngê pere bidin dermanfiroşan nediyar e, li ser vê yekê ti soz nehatiye dayîn. Niha li hemû bajaran wê bê pere derman bidin nexweşan, ev jî pirsgirêkeke mezin e, çimkî deynên berê nehatine dayîn.
Penaberên li Tirkiyê, tenduristî di serî de gelek pirsgirêkên wan hene û ji wan hinek kesên ku li Stenbolê dijîn diyar kirin ku ev xebata nû bi awayekê bi rêk û pêk bê sepandin wê gelek baş be.
Penaberk dibêje: Em mihtacê vî tiştî bûn, Sûriyên li vir hemû karên xwe bi destê xwe dikirin û pereyên wan jî nînin û kesên dixebitin jî mehaniya wan jî kêm bû, eger muşkilatê wan bê safîkirin ji bo wan dê gelek baş be.
Penabereka din dibêje: Ev xebata nû gelek baş e, çimkî em heya derman distînin gelek zehmetî dikêşînin, dema ku bi vî awayî derman bidin em ê gelek memnûn bibin.
Dermanfiroşên ku li 8 bajaran, ji penaberan re derman didan heta niha pereyên xwe nestandine. Saziya Yekitiya Dermanfiroşên Tirk jî dixwaze ku protokolekê bê mohrkirin, çimkî li gor rayedarên saziyê pereyê dermanan wê kîngê û bi çi awayî bê dayîn ne diyar e eger pere neyê dayîn dermanfiroş wê bikevin tengasiyê.