Vegera serokê PSKê û mijara yekîtiya partiyan

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK Mesut Tek, piştî 36 salan ji Elmanyayê vegeriya Bakurê Kurdistanê. Bi hatina Tek jî yekîtiya partiyên Kurdistanî yên li Bakur bû rojev.

Vegera serokê PSKê û mijara yekîtiya partiyan
Vegera serokê PSKê û mijara yekîtiya partiyan

K24 - Amed

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK Mesut Tek, piştî 36 salan ji Elmanyayê vegeriya Bakurê Kurdistanê. Bi hatina Tek jî yekîtiya partiyên Kurdistanî yên li Bakur bû rojev.

Sekreterê Giştî yê PSKa Bakur Mesûd Tek û komek hevalên xwe, piştî 36 salan ji koçberiyê duh 17 Cotmehê, ji Ewropayê vegeriyan Tirkiyê û bi êvarê jî gihîştin bajarê Amedê.

Rayedarên partiyên Kurdistanî dibêjin, ew dixwazin ji niha û pê de hemû partiyên ku nêzîkî hev in, di bin banekî de bigihin hev.

Alayên Kurdistan û PSK-ê vê carê li ber deriyê firokxaneya Amedê bi dirûçma “Azadî bo Kurdistanê” pêşwaziya Tek kirin. Piştre, bi girseyê re derbasî otelekê bû û li wir him daxuyanî da, him jî bi dost û hevalên xwe re hemhal bû.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê PAK-ê Mustafa Ozçelik, li ser nîqaşên tifaqbûna partiyên Kurdistanî ji K24ê re axivî: “Di civînê de herkesî bi baldarî Serokê PSK-ê guhdar kirin. Mesut Tek jî got em ê li rewşa partiyên din jî binêrin, heger ko xalên hevbeş hebin emê nîqaşên tifaqê bikin.”

Nivîskar û siyasetmedar Salih Omerî jî guhdariya wî kir û mijara tifaqê erênî  nirxand û ji K24ê re ragehand ku: “Bi vegera Tek, di nava partî û rêxistinên Kurdistanî de dê tevgerek çê bibe. Ya tê meraq kirin ew e ku, gelo dê PSK jî weke gelek partiyan tenê bibe partiyeke tabelayan; an dê li Bakur bibe partiyeke sereke ya Kurdan.”

Mesûd Tek sala 1954ê li bajarê Elazixê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, ji sala 2003ê ve jî Sekreterê Giştî yê PSKê ye.