Kurdistan24
Nivîskar
Merkel serdana Tirkiyê dike û ligel Erdogan dicive
Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel serdana Tirkiyê dike û ligel Serokomar Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu pirsa penaberan gotûbêj dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel serdana Tirkiyê dike û ligel Serokomar Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu pirsa penaberan gotûbêj dike.
Şêwirmenda Elmanyayê Angela Merkel bi mebesta gotûbêjkirina rewşa penaberan Îro 18 Cotmehê, serdana Tirkiyê dike û li gor medyaya Tirkiyê, Merkel dê daxwazê ji Tirkiyê bike daku rê li ber çûna penaberan bo Ewropayê bigire.
Ev serdan tê piştî ku Hingariyayê sînorê xwe bi Kurwatiyayê re li pêş penaberan girt, niha jî penaber di riya Slovenyayê re xwe digehînin rojavayê Ewripayê û bi taybet Almanyayê. Ku li gor amarên dawî dora 170 hezar penaber di mehekê de di Kurwatiyayê re derbas bûne.
Serdana Merkel li welatê wê jî rojev e. Partiya Keskan û Partiya Çep ên Elmanyayê dibêjin ku ev serdan dê bikeve berjewendiya Erdogan. Lê parlamenterên Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan û Partiya Sosyal Demokrat bi awayekî erênî berê xwe didin vê serdanê.
Yekîtiya Ewripayê planek ji bo razîkirina Tirkiyê bo penaberan li ser xaka xwe bihêle pêşniyar kiribû, lê Tirkiyê ragehand ku ew plan “hîn proje ye û budceya wê kêm e.”
Li gor amarên fermî yên Tirkiyê ku bêhtirî 2 milyon û 100 hezar penaberên Sûrî pêşwazî kiriye. Almaniya jî welatê herî zêde yê pêşwaziya penaberan dike, ye. Tê pêşbînî kirin jî ku bi dawiya îsal re 800 hezar penaber bigehin Almanyayê.