Almanya û Tirkiyê piştgiriyê didin Barzanî

ew tekoşîna li hemberî DAIŞê ya li Iraqê bi berfirehî gotûbêj kirine

Almanya û Tirkiyê piştgiriyê didin Barzanî
Almanya û Tirkiyê piştgiriyê didin Barzanî

 

K24-Navenda Nûçeyan

 

Serokwezîrê Tirkiyeyê dibêje ew di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin.

Di konferenseke rojnamevanî de li gel Şêwirmenda  Almanyayêk, Angela Merkel, Serowezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu duh, 18ê Cotmehê ragehand ku “cihê şanaziyêye ku birêz Merkel û Tirkiye li ser bûyerên Rojhilata Navîn bi hev re gotûbêjbikin û xwedî helwestên hevpar binin.”

Davutoglu diyar kir ku Tirkiye û Almanya piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, dikin.

Ji aliyê xwe ve  Şêwirmena Almanya Angela

Merkel jî amaje kir ku ew tekoşîna li hemberî DAIŞê ya li Iraqê bi berfirehî  gotûbêj kirine û li ser piştevanî û perwerdekirina hêzên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê rawestiyan e.

Merkil eşkerekir ku beramberî hevkariya Tirkiyê ji rawestandina pêlên penaberan re, ew dê hewlên xwe zêde bike  bo tevîlbûna Tirkiyê di Yekitiya Ewropayê de.

Ev serdan Merkelê di demekê de tê, piştî ku Hingariyayê sînorê xwe bi Kurwatiyayê  re li pêş penaberan girt, niha jî penaber di riya Slovenyayê re xwe digehînin rojavayê Ewripayê û bi taybet Almanyayê. Ku li gor amarên dawî dora 170 hezar penaber di mehekê de di Kurwatiyayê re derbas bûne.

Li gor amarên fermî yên Tirkiyê ku bêhtirî 2 milyon û 100 hezar penaberên Sûrî pêşwazî kiriye. Almaniya jî welatê herî zêde yê pêşwaziya penaberan dike, ye. Tê pêşbînî kirin jî ku bi dawiya îsal re 800 hezar penaber bigehin Almanyayê.