Li Sûriyê konvoyeke DAIŞê hat jinavbirin, 40 çekdar hatin kuştin

Konvoeyek çekdarên DAIŞê li derdora Hemayê ji aliyê firokeyekê ve hat armanckirin, tê de 40 çekdar hatin kuştin.

Li Sûriyê konvoyeke DAIŞê hat jinavbirin, 40 çekdar hatin kuştin
Li Sûriyê konvoyeke DAIŞê hat jinavbirin, 40 çekdar hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Konvoeyek çekdarên DAIŞê li derdora Hemayê ji aliyê firokeyekê ve hat armanckirin, tê de 40 çekdar hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê  Mirovan duh, 18 Cotmehê, ragehand, konvoyeke DAIŞê ku ji 16 otmbîlan pêk dihat li rojhilatê parêzgeha Hemayê hatiy armanckirin.

li gor ajansa fermî ya Sûriyê firokeyên rêjîma operesyonek li dijî “Teroristan” li bajrokê Selemiyê yê rojhilatî Hemayê encam daye. di encamê de 45 çekdar hatine kuştin 23 otombîlê hatine jinavbirin.

Rêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman ji AFP re ragehandibû ku ew êrîş şeva 17 Cotmehê hatiye kirin, di encamê de herî kêm 40 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.

Li gor Rewangehê Sûrî,  ew konvoya DAIŞê ji Reqayê ve (girîngtirîn pêgeha DAIŞê li Sûriyê) berve gundên Hemayê de diçû.

Ji 30 Îlona borî ve, firokeyên şer yên Rûsî li Sûriyê êrîşên esmanî li Sûriyê dikin,Artêşa Rûsyayê jî radgehîne ku firokeyên wan 744 êrîşên esmanî li Sûriyê kirine û 507 pêgehên DAIŞê jinav birine.