Berdevkê Hikûmetê: Dahata petrolê piştî du mehan digehe Herêma Kurdistanê

dahata firotine petrolê bi çend qonaxan derbas dibin heta ku digehine Herêma Kurdistanê jî.

 Berdevkê Hikûmetê: Dahata petrolê piştî du mehan digehe Herêma Kurdistanê
Berdevkê Hikûmetê: Dahata petrolê piştî du mehan digehe Herêma Kurdistanê

 

K24-Hewlê

 

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere dike ku, 2 meh wext divin heta ku dahatên petrolê digehin dest wan.

Berdevkê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî duh, 18ê Cotmehê ji K24ê ragehand ku, dahata firotine petrolê bi çend qonaxan derbas dibin heta ku digehine Herêma Kurdistanê jî.

Ew qonaxên ku Dizeyî behis dike jî 2 mehan dirêj dikin. Piştî wan qonaxan jî ew mûçeyên fermanberan parve dikin.

Dizeîy amaje dike jî ku, hemû caran proseya şandina petrol Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkî bi hesanî birêve naçe û wiha berdewam kir “hin caran ew prose rastî estengiyê tê.”

Dizeyî amaje bi wê yekê jî  kir ku petrola Herêma Kurdistanê bi çend qonaxan re derbas dibe heta digehe bazarê paşî lêkolîn li ser tê kirin ji nû ve biryarê didin ku pereyan bo Herêma Kurdistanê bişênin.

Di Meha Hezîrana borî de Hikumeta Herêma Kurdistanê bê ku vegere Hikûmeta Navendî li Bexda biryara firoştina petrola xwe da û heta niha berdewame li ser wê firotinê.

Li gor amarên fermî jî, niha Herêma Kurdistanê rojane 650 hezar bermîl ji petrola xwe ya xav dişîne bazarên cîhanê.