Siyamend Brim
Reporter
Artêşa Iraqê li 2 eniyan DAIŞê têk dişkîne
Artêşa Iraqê bi piştgîriya firokeyên hevpeymaniya navdewletî li parêzgeha Selahedîn û Enbarê li dijî DAIŞê pêşde diçin, niha jî li sînorên bajarokê Hiwêcayê ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Iraqê bi piştgîriya firokeyên hevpeymaniya navdewletî li parêzgeha Selahedîn û Enbarê li dijî DAIŞê pêşde diçin, niha jî li sînorên bajarokê Hiwêcayê ne.
Artêşa Iraqî û Heşd Şeibî û bi piştgîriya firokeyên hevpeymaniya navdewletî duh, 18 Cotmehê, piştî şer û pevçûnên bi DAIŞê re li Remadî (li rojavayê Iraqê)û Bêcî (li bakur) karîn bigehin bajarokê Hiwêca yê başûrê Kerkûkê.
Bajarokê Hewîce wek pêgeha herî bihêz a DAIŞê li wê navçeyê tê naskirin.
Lîwayekî ji artêşa Iraqê ji AFP re ragehand ku artêşa Iraqê û Polîsên Federal û Hêzên Taybet û Heşd Şeibî û bi alîkariya firokeyên hevpeymaniyê serkeftineke bêhempa ji Hezîrana 2014 ve kirine, ku %90 ji qezaya Bîcî ji DAIŞê rizgar kirine.
Wî lîwayî, ku navê wî nehatiye eşkere kirin, got jî, ku ji eniya herêma Fetha yê rojavayê Kerkûkê û ji eniya kêlgehên Alas û Ucêl yên li başûrê Kerkûkê ve dest pê kiribû.
Di van operesyonan de hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê beşdar nebûbûn, lê parêzgerê Kerkûkê ligel serkirdeyên Pêşmerge civiya bû bo gotûbêj kirina rizgarkirina herêmên başûr û rojavayê Kerkûkê.