Kurdistan24
Nivîskar
Bûdceya sala 2016e ya Iraqê hate pesindkirin, pişka Kurdistanê jî wek xwe dimîne
pişka Herêma Kurdistanê zêdetir ji "106" tirlyon dînare
K24-Navenda Nûçeyan
Encûmena Wezîrên Iraqê bûdceya giştî ya sala 2016an pesindkir, pişka Herêma Kurdistanê jê ji sedî 17e ye.
Piştî pesendkirina yasaya budceyê ji aliyê hikûmetê ve, niha bo Parlementoya Iraqê hatiye şandin, ji bo ku ew jî pesend bike.
Di yasayê de hatiye ku, pişka Herêma Kurdistanê zêdetir ji "106" tirlyon dînare bi mercê ku pêbende be rojane 550 hezar bermîl petrol bi rêya kompaniya Somo bifroşe.
Encûmena Wezîrên Iraqê duh, 18ê Cotmehê daxuyaniyek belavkirbûn û tê de de ragehandibûn ku eger Herêma Kurdistanê pêbend be bi hemû xal û madeyên bûdceyê, wê demê ew dê budceya wê bişînin.
Ji Sibata 2014an ve û bi biryara serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî, pişka Herêma Kurdistanê ji budceya gitşî ya Iraqê hatiye birîn, heta niha jî ew biryar nehatiye guhertin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Hezîrana borî ve dest bi firoştina petrola xwe bi awayeke serbixwe kirbû, niha jî rojane bêtir ji 650 hezar bermîl petrol dişîne derve.
Herêma Kurdistanê berdewam piştrast dike ku, ew pêbendî rêkeftina şandina petrolê bi rêya kompaniyaya SOMOyê bûye, lê dîsan Bexdayê budceya wê neşandiye.