CHP: Li Tirkiyê girtiyên Twîtterê ji yê DAIŞê pihtirin

eger desthilata Tirkiyê endamên rêxistina DAIŞê neparastiba ev komkujiya li Enqerê jî pêk nedihat

CHP: Li Tirkiyê girtiyên Twîtterê ji yê DAIŞê pihtirin
CHP: Li Tirkiyê girtiyên Twîtterê ji yê DAIŞê pihtirin

K24-Navenda Nûçeyan

 

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarger a Gel a Tirkiyê Sezgîn Tanrikulu dibeje ku li Tirkiyê kesên ku jiber twîtterê hatine girtin ji girtiyên DAIŞ'ê zêdetirin.

Sezgîn Tanrikulu li bajarê Meletî yê Bekûrê Kurdistanê duh, 18ê cotmehê başdarî merasîma veşartina termê qurbaniyê teqîna Enqerê Ata Onder Atabay bû.

Tanrikulu rexneyên giran li hikûmeta AKP kir û diyar kir ku eger desthilata Tirkiyê endamên rêxistina DAIŞê neparastiba ev komkujiya li Enqerê jî pêk nedihat.    

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê amaje bi wê yekê da ku Dadweriya Tirkiyê roja 15'ê Tîrmehê di dozekê de DAIŞ weke rêxistina terrorê binav kiriye û got: 'Heta wê rojê jî Tirkiyê DAIŞ weke rêxistina terorîstî nedît.

Navborî da zanîn Xelk jiber nivîsandina twîtterê têne girtin. Lê endamên DAIŞê nayên girtin.''

Tanrikulu biryara qedexekirina weşanên derbarê lêpîrsîna teqînên Enqerê jî girt û got ku ev qedexekirin ji bo veşartina xirabiyên desthilatê berçavnebin.