Efserekî din ê Îranê li Sûriyê hat kuştin

Serkirdeyekî Pasdarên Îranê, di şerê bi şervanên opozîsyona Sûryê re li bakurê rojavayê Sûriyê hate kuştin.

Efserekî din ê  Îranê li Sûriyê hat kuştin
Efserekî din ê Îranê li Sûriyê hat kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî Pasdarên Îranê, di şerê bi şervanên opozîsyona Sûryê re li bakurê rojavayê Sûriyê hate kuştin.

Li gor ajansa “Meşriq” ya Îranî îro 19 Cotmehê belavkiriye, fermandarê ketîbeya “Ya Zehraa” ya bi ser feyleqa “Îmam el-Husên” di Pasdarên Îranê de, Mislim Xîzab, li bakurê rojavê Sûriyê hate kuştin.

Hat ragehandin ku Xîzab yek ji fermandarê Pasdarên Îranê bû, li Sûriyê wek şêwirmendekî bi Artêş Sûriyê re kar dikir, lê cihê kuştina Xîzab bi hûrî nehatiye eşkerekirin.

Ev 5emîn efserê Îranê ye ku di heftiyekê de tê kuştin.

Îran red dike ku wê hêzên bejayî şandibin Sûriyê da ku alîkariya rejîma wî welatî di şerê li dijî opozîsyonê de bike, lê rastî berovajî wê rijdbûna Îranê dide xuyakirin.

Berbirsekî Amerîkî roja 16 vê mehê eşkere kiribû ku dora 2 hezar Îranî û hêzên pê re, di operesyonên li dijî şervanên opozîsyonê li nêzîkî Helebê de beşdar in.