Kurdistan24
Nivîskar
Çînî madeyeke ji perik sivikrti û ji polayê bihêztir çêdikin
li dijî derbeyeke ji tonekî girantir
K24- Navenda Nûçeyan
Madeyeke super a 'bi qasî perikê sivik ji polayê bihêztir" had çêkirin
Madeya mîna kefê ya ku bi destê zanyarên çînî hat çêkirin, li dijî derbeyeke ji tonekî girantir a li ser santîmetreçargoşeyekê li ber xwe dide.
Lêkolînerên Enstîtuya Seramîkê ya Şanghayê ya Akademiya Zanistan a Çînê daxuyandin ku wan, ew madeya ku mîna kefê ye ji tubên grafenê yên ku bi navê "xîçê mûcîze" tê zanîn çêkirin. Zanyaran diyar kir ku wan ev xîç guhastin û gihandin binyadeke ku hucreyên wan mîna almastê biryardar in.
Lêkolîneran destnîşan kir ku ev madeya ku teze hatiye çekirin, bêyî ku bitewe û xwar bibe 40 hezar qat ji giraniya xwe zêdetir giraniyê hildigire.
Ev madeya nû di kovara "Advanced Material"ê de jî hat weşandin.