Siyamend Brim
Reporter
Brîtanya: Ji sedî 85 ji êrîşên Rûsyayê ne li dijî DAIŞê ne
Wezareta Derva ya Brîtanyayê radigehîne ku êrîşên esmanî yên Rûsyayê li Sûriyê “li dijî opozîsyona lêbral in.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derva ya Brîtanyayê radigehîne ku êrîşên esmanî yên Rûsyayê li Sûriyê “li dijî opozîsyona lêbral in.”
Wezareta Derve ya Brîtaniyayê Brîtanyayê îro, 19 Cotmehê, li ser rûpela xwe ya Twitterê belav kiriye ku “Ji sedî 85 ji êrîşên Rûsî li Sûriyê ne li dijî navçeyên di bin kontrola DAIŞê de ne.”
Ji dema ku Rûsyayê di 30î Îlonê de, dest bi êrîşên xwe yên esmanî li dijî pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li Sûriyê kiriye, gelek rexne lê hatine girtin ku mebesteke wê ya “veşartî” li pey wî karî heye.
Wezîrê Derve yê Birîtanyayê Philip Hammond berya demekê gotibû ku, tevgera Rûsyayê li Sûriyê bo piştgîriya rejîma Sûriyê ye, herwiha got jî ku divê Rûsyayê tekez bike ku ew li DAIŞê û rêxistinên ser bi Qaidê ve dide, ne li opozîsyona lîbral.
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Bergîrî yê Birîtanyayê Michael Fallon duh ragehandibû ku, ji her 20 êrîşên esmanî yên Rûsyayê li Sûriyê jê yek tenê li dijî pêgehên DAIŞê ne.
Rûsya tekez dike ku, êrîşên wê li Sûriyê li dijî “terorê” ne û ne ji bo “parastina kesayetiyekê ne.”