Amerîka rokêtên anti-tank radestî opozîsyona Sûriyê dike

Amerîka rokêtên anti-tank radestî opozîsyona Sûriyê dike
Amerîka rokêtên anti-tank radestî opozîsyona Sûriyê dike

K24- Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê diyar dike ku barekî din ji çekên Amerîkî gehiştiye dest wan ji bo di şerê Helebê de bikar bînin.

Ajansa Reutersê li ser zarê çend çavkaniyên opozîsyona Sûriyê ya çekdar ragehandiye ku, barek çek di  nav wan de rokêtên Tow ên Amerîkî gehiştiye dest wan.

Ev bû çend meh ku li Helebê şerekî giran di navbera grûpên opozîsona Sûriyê û hêzên rejîmê alîkariya bejayî ya mîlîşiyayên Îranî û çekdarên Hizbullah a Libnanî, birêve diçe.

Li gor opozîsyonê û welatên rojava jî, firokeyên Rûsî piştgiriya esmanî dide hêzên rejîmê di êrîşa Helebê de û pêgehên opozîsyona bombebaran dike.

Heleb yek ji parêzgehên herî girîng e li Sûriyê, ji ber ku paytexta Sûriyê, Şamê, bi parêzgehên beravê ve girêdide.

Niha jî şer û pevçûn jî li başûrê Helebê birêve diçe, hêzên rejîmê jî dixwazin rêya navdewletî ya di wê navçeyê re derbas dibe, kontrol bikin.

Rokêtên Tow, cure çekê herî giran e li ber destê hêzên opozîyonê. Ew çekekî li dijî tankan e.

Ew çek ji aliyê Amerîka ve hatine şandin û bi rêya Tirkiyê gehiştine destê şervanên li Helebê.