Kurdistan24
Nivîskar
Siûdiyê jî helwesta xwe ji Esed diguhere
Erebistana Siûdiyê helwesta xwe derbarê çarenivîsa serokê rejîma Sûriyê de diguhere û diyar dike ku “Esed dikare heta qonaxa veguhêz bimîne.”
K24- Navenda Nûçeyan
Erebistana Siûdiyê helwesta xwe derbarê çarenivîsa serokê rejîma Sûriyê de diguhere û diyar dike ku “Esed dikare heta qonaxa veguhêz bimîne.”
Erebistana Siûdiyê yek ji lîstikvanên sereke ye di krîza Sûriyê de û piştgiriyeke berçav pêşkeşî opozîsyona siyasî û leşkerî ya wî welatî dike.
Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Adil Cubêr, di konferensekî rojnamevanî yê hevbeş de ligel hevşanê xwe yê Almanî, Frank-Walter Steinmeier ragehand ku “Esed dikare heta avakirina hikûmeta veguhêz li ser desthilatê bimîne.”
Berê Erebistana Siûdiyê li ser wê yekê rijd bû ku, divê beriya her çaresriyekê ji krîza Sûriyê re, Esed ji ser desthilatê rabe.
Adil Cubêr berdewam kir jî ku “lê divê dema avakirina hikûmeta veghêz, Esed demlidest dev ji desthilatê berde.”
Beriya niha her yek ji Amerîka, Brîtanya, Fransa û Tirkiyê jî helwetsa xwe derbarê çarenivîsa Esed re guhertibûn.
Aliyên navdewletî jî dixwazin krîza ku ev 5 sal in li Sûriyê diqewime, bi rêya daxuyaniya Cenêv-1 çareser bikin.
Di wê dacxuyaniyê de bijardeya “avakirina hikûmetek veguhêz bi desthilatên temam” wek çareseriya herî baş bo krîza Sûriyê hatiye diyarkirin.