Hejmara Qurbaniyê bûyera Mekkayê digihe hezar û 849 kesî

Hejmara qurbaniyên bûyera Mîneyê (Mekka) digehe hezra û 849 kesan, desthilatdarên Sidûiyê jî bêdeng in.

Hejmara Qurbaniyê bûyera Mekkayê digihe hezar û 849 kesî
Hejmara Qurbaniyê bûyera Mekkayê digihe hezar û 849 kesî

K24- Navenda Nûçeyan

Hejmara qurbaniyên bûyera Mîneyê (Mekka) digehe hezra û 849 kesan, desthilatdarên Sidûiyê jî bêdeng in.

Roja 23yê Îlona borî, ji encama qerbalixiya rêya hatûçûnê û lihevketina heciyan, 800 kesî canê xwe ji dest dabû, li gor amarên fermî yên Erebistana Siûdiyê.

Lê amarên nû yên welatên ku welatiyên wan di bûyerê de bûne qurbanî diyar dikin ku, hejmar niha gehiştiye hezar û 849 kuştî ji 31 welatî.

Desthilatdarên Siûdiyê heta niha ti amareke din ji bilî amara destpêkê ya qurbaniyan belav nekiriye.

Praniya heciyên ku di bûyera Mîneyê de bûne qurbanî ji Îranê ne.

Li gor desthilatdarên Îranê, heta niha 464 welatiyên wan di bûyerê de hatine kuştin.

Heta niha çarenivîsa gelek beşdarbûyê werza Hecê ya îsal nediyar e, lewma pêşbînî tê kirin ku hejmara qurbaniyan hê zêdetir bibe.