NY daxwaz ji Îranê dike cezaya darvekirinê rawestîne

kiryarên darvekirinê cihê metirsiyê ye.

NY daxwaz ji Îranê dike cezaya darvekirinê rawestîne
NY daxwaz ji Îranê dike cezaya darvekirinê rawestîne

K24-Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Îranê dike ku, cîbcîkirina cezaya darvekirinê rawestîne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî "NY" Ban Ki-moon di daxuyaniyekê de duh,19ê Cotmehê,  xemgîniya xwe derbarê darvekirina her du gencên Îranî yên temen piçûk anî ziman,  herwiha diyar kir ku ev yek li dijî peymanên navdewletî yên mafê zarokan e ya ku Îranê bi xwe li ser îmzekiriye.

Ban Ki-moon daxwaz ji Îranê kir ku cîbcîkirina tawana darvekirinê rawestîne û da zanîn ku ew  du kiryarên darvekirinê cihê metirsiyê ye.

Ji destpêka Çileya borî ve û heta niha cezaya darvekirinê li Îranê li ser 700 kesî hatiye cîbecîkirin.

Hejmareke berçav ji wan kesên ku li Îranê tên bidarvekirin, Kurdin ku ji ber sedemên siyasî û sedemên din ên cuda ew ceza derheqê wan de hatiye cîbicîkirin.