Kurdistan24
Nivîskar
Serkirdeyê rêxistina Qaide li Sûriyê hat kuştin
Serokê Rêxistina Xurasanê li Sûriyê di êrîşeke hevpemaniya navdeletî de, hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rêxistina Xurasanê li Sûriyê di êrîşeke hevpemaniya navdeletî de, hate kuştin.
Berdevkê Wezareta Bergîrî ya Amerîkayê (Pentagon) ragahand ku serokê rêxistina Xurasanê li Sûriyê Sinafî el-Nesir roja, 18 Cotmehê, di êrîşeke hevpeymaniya navdewletî de hate kuştin.
Pentagonê diyar kir jî ku el-Nesir ê Suidî, berpirsê rêwîtiya endamên nû yên wê rêxistinê ji Bakistanê û heya Sûriyê bû.
Li gorî Pentagonê jî, el-Nesir bi şaneke girêdayî Qaidê re kar dikir û alîkariyên darayî ji çavkaniyên ji Kendava Erebî digehandin Iraqê piştre ji serkirdeyên Qaidê li Pakistan re dişandin . berî ku di sala 2012an de derbasî Sûriyeyê bibe.
Pentagonê amaje bi wê yekê kir ku el-Nesir 5emîn serkirdeyê Xurasanê ye ku di 4 mehên dawî de li Sûriyê tê kuştin.