Serkirdeyê rêxistina Qaide li Sûriyê hat kuştin

Serokê Rêxistina Xurasanê li Sûriyê di êrîşeke hevpemaniya navdeletî de, hate kuştin.

Serkirdeyê rêxistina Qaide li Sûriyê hat kuştin
Serkirdeyê rêxistina Qaide li Sûriyê hat kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rêxistina Xurasanê li Sûriyê di êrîşeke hevpemaniya navdeletî de, hate kuştin.

Berdevkê Wezareta Bergîrî ya Amerîkayê (Pentagon) ragahand ku serokê rêxistina Xurasanê li Sûriyê Sinafî el-Nesir roja, 18 Cotmehê, di êrîşeke hevpeymaniya navdewletî de hate kuştin.

Pentagonê diyar kir jî ku el-Nesir ê Suidî, berpirsê rêwîtiya endamên nû yên wê rêxistinê ji Bakistanê û heya Sûriyê bû.

Li gorî Pentagonê jî, el-Nesir bi şaneke girêdayî Qaidê re kar dikir û alîkariyên darayî ji çavkaniyên ji  Kendava Erebî digehandin Iraqê piştre ji serkirdeyên Qaidê li Pakistan re dişandin . berî ku di sala 2012an de derbasî Sûriyeyê bibe.

Pentagonê amaje bi wê yekê kir ku el-Nesir 5emîn serkirdeyê Xurasanê ye ku di 4 mehên dawî de li Sûriyê tê kuştin.