Serokê sendîkeya parêzeran ya Amedê hat girtin

sedema girtina wî li gor Tirkiyê gotibû ku ew “pesnê terorê dide

 Serokê sendîkeya parêzeran ya Amedê hat girtin
Serokê sendîkeya parêzeran ya Amedê hat girtin

 

K24-Amed

 

Serokê sendîkeya parêzerên Amedê, Tahîr Elçî, ku derbarê wî de biryara girtinê hatibû derxistin, şevê din derdora saet 2 û nîvan hat girtin.

Di daxuyaniyekê de Sendîkeya Parêzeran duh, 19ê Cotmehê,  derbarê Serokê Sendîkeya Amedê Tahîr Elçî de ragehand sedema girtina wî li gor Tirkiyê gotibû ku ew “pesnê terorê dide” biryara girtinê li ser hatibû dêrxist.

Tahîr Elçî hefteya borî di tilevîzyona CNN TURKê de gotibû her çiqas hinek çalakiyên PKKê di çarçoveya terorê de werin nirxandin jî ew ne rêxistineke terorê ye.

Gotinên Elçî ji aliyê raya giştî ya Tirkan ve rastî nerazîbûnê hatibû û Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jî derbarê wî de lêpirsîn vekiribû. Lewra piştî biryara dadgeriyê, şevê din polîsan bi ser ofîsa Elçî de girtin  û ji Amedê bo Stenbolê hat veguhestin.

Tahîr Elçî di nav destên polîsan de got: "Ji ber gotinekê, Serokê Sendîkeya Amedê tê girtin."  Dadgeh, dê piştî îfadeya wî biryara girtin an jî berdana wî bide.