Kurdistan24
Nivîskar
PAK: Divê partiyên Bakur dev ji Tirkiyeyîbûnê berdin
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê “Siyaseta Tirkiyeyîbûnê” ya partiyên Bakurê Kurdistanê rexne kir, daxwaza beşdarbûna hemû aliyên Kurdistanî di pêvajoya aştiyê de jî kir.
K24 – Amed
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê “Siyaseta Tirkiyeyîbûnê” ya partiyên Bakurê Kurdistanê rexne kir, daxwaza beşdarbûna hemû aliyên Kurdistanî di pêvajoya aştiyê de jî kir.
Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê PAK Mustafa Ozçelîk, derbarê “Siyaseta Tirkiyeyîbûnê” de duh 19 Cotmehê, di salvegera damezrandina partiya xwe de, bi zimanekî rexnegir ragehand ku, rêya çareseriya azadiya Kurdan ew e ku li ser rêbaza siyasî Kurdistanî bibin yek.
PAK-ê li Amedê 1'emîn salvegera damezrandina xwe, bi bêşdarbûna gelek partiyên kurdistanî , rêxistinên siyasî û civakî û zanyarên navdar pîroz kir. Resepsiyonê bi sirûda "Ey Reqîp" dest pê kir, di merasîmê de axaftin bi Kurmancî, Dimilkî û Tirkî hatin kirin.
Serokê Giştî yê PAK-ê Mustafa Ozçelîk, li ser xêza siyasî ya PAKê û rûdanên rojêvê axivî û got: “Em ê di çarçoveya demokrasîyê de xebatên xwe yên siyasî bi rê ve bibin, em jî weke partiya desthilatdar û yên opozîsyonê partiyeke rewa ne di siyaseta Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de. ”
Ozçelîk, derbarê hewlên çareserkirina pirsa Kurdî de jî bibîr xist ku, pêvajoyeke nû pêwîst e, divê hemû aliyên Kurdistanî di pêvajoya nû de cih bigrin.