Daketina nirxên petrola xav di bazarên cîhanê de berdewam e, duh jî ji sedî 4 daketiye.
Nirxê petrolê ji sedî 4 dadikeve
K24- Hewlêr
Daketina nirxên petrola xav di bazarên cîhanê de berdewam e, duh jî ji sedî 4 daketiye.
Li gor pisporên aborî, gelek sedem li pişt daketina petrolê hene.
Di danûstanidnên duh, 19ê Cotmehê, yên bazara petrolê ya cîhanî de, nirxê bemîla petrolê ya xav “Brent” ji sedî 3.7 daketibû, nirxê wê jî bibû ji 48.61 dolar.
Nirxê petrola Amerîkî jî daketibû 45.89 dolaran.
Li gor pisporan jî, sedema daketina nirxên petrolê, daketina girêbestên pêşwext ên benzînê û vegera petrola Îranê bo nav bazarên cîhanî di demek nêzîk de.