Lîsteya berbijêrê “Goka Zêrîn” eşkere dibe

Yekîtiya Navdewletî ya Fûtbolê (FIFA) lîsteya navê 23 berbijêran bo wergirtina Goka Zêrîn ya sala 2015an eşkere kir.

Lîsteya berbijêrê “Goka Zêrîn” eşkere dibe
Lîsteya berbijêrê “Goka Zêrîn” eşkere dibe

K24- Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Navdewletî ya Fûtbolê (FIFA) lîsteya navê 23 berbijêran bo wergirtina Goka Zêrîn ya sala 2015an eşkere kir.

Di lîsteyê de stêrkên tîma Real Madrid û Barcelonayê herî zêde cih digrin.

Ji nav lîstikvanên R. Madirdê 5 kes di lîsteya berbijêran de ne ew jî ev in: Cristiano Ronaldo, Gareth Bell, Karim Benzema, James Rodriguez û Tony Cross.

Ji Barcelonayê jî 6 lîstikvan in ew jî ev in: Lionel Messi, Neymar, Luis Suarez, Andres Iniesta, Ivan Rakitic û Javier Mascherano. 

Biryar e navê berbijêrê serketî jî roja 11ê Çileya 2016an li baregera FIFAyê li Zürich ya Siwêsrayê birêve biçe.

Di wê rojê de jî wê baştirîn rahênerê cîhanê di sala 2015an de were binavkirin û xelatkirin.