Kurdistan24
Nivîskar
Demîrtaş: Em pişta xwe nadin PKK'ê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ragehand ku ew hêvî dikin pêvajoyeke nû yê aştiyê destpê bike û PKK jî çekan dayne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Demokratik HDP'ê ragehand ku ew hêvî dikin pêvajoyeke nû yê aştiyê destpê bike û PKK jî çekan dayne.
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di hevpeyvînêkê de li gel beşa Tirkî ya BBC duh 19 Cotmehê got: "Em qebûl nakin ku dewlet bi zora çekan guvaşê bixe ser siyasetê. Heman awayî em çalakiyên PKK'ê jî qebûl nakin. Tişta zirarê dide me, şer bixwe ye."
Demirtaş got; Me divê danûstandinên aştiyê jî bi awayek aşkere û zelel bêne kirin, parlamento jî di nava hevdîtinên de be.''
Demirtaş diyar kir ku çek û siyaseta demokratîk li nav hev de nabe û got: "Partiya me pişta xwe nade PKK'ê."
Serokomarê Tirkiyê Erdogan de ku gotibû ''Divê PKK çekên xwe bixe bin erdê.''
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş derbarê van gotinan de jî got, ji bo PKK çekan dayne pêwîstî bi yasayan heye û divê ev yasa jî ji parlamenê derbikevin.